Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Hezro û Farqînê bûn

Tifaqa Welatperwer û Demokrat  îro li Hezro û Farqînê di bin baranê de, belavok belav kirin.

Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Bajarê Mezin ê  Amedê Sait Aydoğmuş, îro (29.03.2019) li Navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê  li gel  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê, li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, li xelkê û li esnafan belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Li Hezro û Farqînê baraneke zêde dibarîya, lê dîsa jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat belavoka xwe li herdu navçeyan belav kirin.

Gel û esnafên Hezro û Farqînê  pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist