Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Dêrik û Şemirxê belavok belav kirin

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Dêrik û Şemirxê belavok belav kirin

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, îro (16.03.2019) li Dêrik û Şemirx (Mazidag) ên navçeyên Mêrdînê li gel Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê belav kirin. Di dema belav kirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî marş û stranên Kurdî li nav bajaran de belav dibûn. Gel û esnafên Dêrikê û Şemirxê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Gava ku heyeta Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji Dêrikê ber bi Şemirxê ve bir ê ket, di rê de polîsan heyet ji ber stranên Kurdî rawestandin. Heyeta Tifaqa Welatperwer û Demokrat îtîrazî polîsan kirin û gotin Kurdî ne qedexe ye û ev xebata hilbijartinê ye, mafê polisan tune ye ku astengîyan ji wan re derxînin. Piştî demekê ku polîs bi Emnîyeta Dêrikê şêwirîn, rê dan ku heyet ji Dêrikê derkevin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir