Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê deng veda

M. Feyyaz Ekmen îro, digel Serokê Giştî yê PAKê û piştgirên ji Ewropayê, li kolana bû.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê Feyyaz Ekmen îro (27.03.2019) dîsa li kolanan li gel xelkê bû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün û rêvebir û endamên PAKê û hinek sîyasetmedarên Kurd yên li Batmanê, ji Amedê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, ji Almanya endamê Meclîsa PAKê Siraç Kirici, ji Swêdê endama Meclîsa Ewrûpayê ya PAKê Roza Kurdî, îro beşdarî  xebatên hilbijartinê yên li Batmanê bûn.

Tifaqê Welatperwer û Demokrat li ber Kolana Hunerê ya Batmanê standta xwe vekir.

Li standtê Kasım Egün û Feyyaz Ekmen bi hoperlorê di derbarê siyaseta hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat de ji gelê Batmanê re axivîn û belavok li xelkê  belav kirin.

Paşê li ser Cadeya Diyarbekirê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavok li gel belav kirin.

Di dema belavok belav kirinê de  û gava ku Kasim  Ergün û Feyyaz Ekmen diaxftin,
esnaf û xelkê Batmanê eleqe û pêşewazîyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist