Ti agahîyek li ser aktîvîsta kurd Perîsa Seyfî nîne

Meha borî hatibû girtin

Navenda Nûçeyan- Ti agahîyek li ser rewşa aktîvîsta kurd ya Rojhilatî, ku ji ber piştgirîya Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, nîne.

Roja 12 Mijdara îsal aktîvîsta kurd Perîsa Seyfî li mala xwe ya li bajarê Sine hatibû girtin. Ew aktîvîsta kurd, ji ber ku beşdarî xwepêşandana piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bibû, hatîye girtin.

Li gorî agahîyên malpera Hengaw, heta niha ti agahîyek li ser rewşa wê aktîvîsta kurd nîne û malbata wê jî gelekî hewl dane wê bibînin û tiştekî lê bizanin lê hewlên wan bê encam mane.

Perîsa Seyfî xelka bajarê Kamyaranê ye li Sine dijî.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist