The Guardian: Li Brîtanyayê sedî 80 xelk dê ber vîrusa korona bikeve

Rojnama The Guardianê dibêje ku ew xwe gihandine belgeyeka dewletê ku tê de aşkera dike û dibêje wê koronavîrus bigihê ji %80 xelkê Brîtanyayê û di encamê de wê herî kêm 500 hezar kes bimrin.

Navenda Nûçeyan - Guardian dibêje ku ew xwe gihandîye dosyayeka ku ji alîyê PHE (Unîte ya Saxlemîya Giştî)yê de hatîye amadekirin ku dosyayê bo agahdarkirina rêvebirîya Sîstema Saxlemî ya Netewî (NHS) bi dizî amade kirîye. Dosya bawerîya Wezareta Saxlemîyê ya Brîtanyayê tîne ziman. Li gor dosyayê; dibe ku belavbûna vîrusê 12 meh dewam bike. Nexweşxaneyên NHSê ji niha de qelebalix bûne û wê îdara wan gelek zahmet be.

Li gor rêjeyên di dosyayê de; eger weha dewam bike, wê li dora 7.9 mîlyon kesî di nexweşxaneyan de razînin ku ev jî dike %15 ê wan. Belge ya ku hatîye amadekirin, bo temamê rêvebirên nexweşxaneyan hatîye şandin.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist