Teyib Cebar bû berbijêrê parêzgarîya Kerkûkê

PDK û YNKê berbijêrê xwe ji bo peywira parêzgariya Kerkûkê eşkere kirin.


PDK û YNKê berbijêrê xwe ji bo peywira parêzgariya Kerkûkê eşkere kirin.
PDK û YNK îro li Silêmaniyê li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê civiyan.
Piştî civînê, berdevkên her du partiyan daxuyanî dan gotin, berbijêrê ji bo  wan bo parêzgariya Kerkûkê, Teyîb Cebar e.
Ji bo ku berbijêrê PDK û YNKê bibe parêzgerê Kerkûkê divê ji aliyê endamên encumena parêzgeha Kerkûkê ve were hilbijartin, paşê ji aliyê Bexdayê ve were pesendkirin.
Teyîb Cebar sala 1954 li gundê Tepelo yê nahiya Qere Hesen ya Kerkûkê ji dayîk bûye. Sala 1976 xwendina xwe di beşa endazyariya avahiyan de xilas kiriye. Teyîb Cebar wekîltiya Wezareta Avedankirinê jî kiriye. Li kêleka karê endazyariyê, helbestan jî dibêje.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?