Terorîstên DAIŞê 2 masîgirên ku revandibûn kuştin

.

Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê, li Xurmatûyê du masigir revandin û piştre jî ew kuştin.

Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî daye xuyakirin ku çekdarên DAIŞê li navçeya Zerge ya nêzîkî Xurmatû 2 nêçîrvanên bi navên Sufyan Haşim û Reşîd Munzîr revandin.

Husên Elî da zanîn ku doh 3yê Nîsanê danê êvarê termê yek ji wan masîgiran hatiye dîtin ku hat zanîn derengiya şeva borî hêzên ewlehiyê termê nêçîrvanê din jî dîtine.

Herdu masîgir xelkê bajarokê Dore ya bajarê Tikrîtê ne û masîvanî dikirin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin