Termên 9 zarokên Efrînî bi xakê hatin spartin

Li goristana Fêfin li bakurê Helebê termên 9 zarokên Efrînê ku bi topên Tirkîyê hatibûn kuştin, hatin veşartin.

Navenda Nûçeyan- Bi merasîmeke girseyî ku hemû koçberên Efrînê yên Herêma Şehbayê tê de beşdar bûn, termên zarokan hatin veşartin.

Herweha li pêşîya navenda artêşa Rûsyayê li Til Rifatê xwepêşandanek birêve çû û tê de dilgiranîya xwe derbarê bê dengîya Rûsyayê nîşan dan.

Li goristana gundê Fêfîn yê bakurê  Helebê termên 9 zarok û kalemêrekî Efrînê hatin veşartin.

Ev zarok 2 yê vê mehê li Til Rifatê li navenda geşepêdana zarokan ji alîyê topxaneyên Tirkîyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve hatibû topbarankirin û jîyana xwe ji dest dabûn.

Li vê goristana ku li koçberîyê hatîye avakirin, bi merasîmeke girseyî koçberên Efrînî dûrî bajarê xwe, zarokên xwe yên bê guneh bi xakê spartin.

Her yek ji van zarokan, xwedî nav, malbat û projeyeke jîyanê bûn, lê topên bê rehm, jîyana wan ji wan standin.

Li gor agahîyên taybet yên Rûdawê,her zarokên birîndar ku bo nexweşxaneya Helebê hatibûn şandin, rewşa wan pir xirab e, birînên piranîya wan zarokan jî pir giran e.

Herwiha li Til Rifatê, hejmareke mezin ji kesûkarên qurbanîyan û koçberên Efrînê li pêşîya navenda leşkerî ya Rûsyayê xwepêşandanek lidarxistin û tê de nerazîbûna xwe derbarê bê dengîya Rûsyayê nîşan dan, ji ber ku Herêma Şehbayê di bin kontrola hêzên rûsî de ye.

Di xwepêşadanê de malbatên zarokan û kesûkarên wan, wêneyên zarokên mexdûr bilindkirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin, ku helwesta xwe nîşan bidin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist