Tendirustîya Îranê: 124 kesan bi koronavirusê canê xwe ji dest dane

Wezareta Tendirusrîya Îranê îro ragihand, hejmara kesên ku bi sedema vîrusa nû ya koronayê COVID-19 li wî welatî canê xwe ji dest dane, gihîştîye 124 kesan.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tendirustîya Îranê, Kîyanûş Cehanpûr îro di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 1234 haletên nû yên tûşbûna bi koronavirusê li seranserê Îranê hatine piştrastkirin û dîyar kir, hejmara kesên ku li wî welatî bi vê vîrusê ketine gihîştîye 4747 kesan.

Cehanpûr da xuyakirin, ji duh ve heta îro 19 kes ku tûşî vîrusa COVID-19 bûbûn, canê xwe ji dest dane û hejmara qurbanîyên vê vîrusê li Îranê bo 124 kesan zêde bûye.

Berdevkê Wezareta Tendirustîya Îranê destnîşan kir, ji destpêkê ve heta niha jî 913 tûşbûyên vîrusa koronayê baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist