Tek: Em amade ne ligel hemû Partiyên Kurdistanî karên hevbeş bikin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek liser xebata partiyên Kurdistanî, ku doza girtinê liser wan hatiye dan, ji Kurdistan24 re destnîşankir, ku amade ne ligel hemû partiyên Kurdistanî, ku gef a girtinê liser wan e, bi hevûdu re k

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek liser xebata partiyên Kurdistanî, ku doza girtinê li ser wan hatiye dan, ji Kurdistan24 re destnîşankir, ku amade ne ligel hemû partiyên Kurdistanî, ku gef a girtinê liser wan e, bi hevûdu re kar bikin.

Mesûd Tek her weha anî ziman, ku şand a wan ligel PAK, ligel partiyên Tirkiye, saziyên sivîl û kesayetiyan re jî hevdîtin lidar xistin e, ku daxwaza piştgirya wan kirin e. Serokê Giştî yê PSK got, ku ligel balyozxaneyên welatên derve jî dê pêwendiyan deynin, ji bo nasandina rewşa partiyên Kurdistanî li Tirkiye.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, ji rewşa Tirkiye ya îroyîn dilgiraniya xwe anî ziman, ku Tirkiye di rewşa niha de ne, ber bi demokrasî û nermbûnê ve diçe, berovajî maf tên binpê kirin û diktatorî tê meşandin.

Li gor Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, dizayna siyasetê li Tirkiye destnîşankir, ku bêyî Kurdan serkeftin bidest nakeve. Beramberî pirsa Kurd paradîgmayek nû û demokratîk divê bê birêvebirin. Pêşerojek demokratîk li Tirkiye jî, girêdayî vê ye.

Mesûd Tek pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê herêma Kurdistanê kir û diyarkir, ku kar û erkê Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek girîng e.

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî