Taliban û Amerîka li ser ragihandina agirbestê li hev kirin

Berpirsekî rêxistina îslamî ya Taliban ya Efxanistanê ragihand, wan û Amerîka li ser kêmkirin û sekinandina şer li hev kirine û dê di demek nêzîk de rêkeftinê îmze bikin.

Navenda Nûçeyan - Zêdetirî salekê ye Amerîka bi berpirsên rêxistina Taleban ya Efxanistanê re di nav danûstandinê de ye.

Berberpirsekî Taliban bi navê Suhêl Şahîn ji BBC re gotîye, wan û Amerîka li ser kêmkirin û sekinandina şer li hev kirine û dê heta dûmahîka vê mehê jî rêkeftina xwe îmze bikin.

Wî berpirsê Taliban da zanîn, her du alîyên rêkeftinê dê bi cuda daxuyanîyê bidin û naveroka rêkeftinê jî eşkere bikin.

 Heta niha hûrgilîyên rêkeftina Amerîka û Taliban nehatine eşkerekirin lê bi gotina wezîrê berevanîya Amerîka Mark Esper, piştî îmzekirina rêkeftinê dê Amerîka dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê bike.

Tê gotin ku piştî îmzekirina rêkeftina navbera Amerîka û Taliban, danûstandin di navbera Taliban û hikûmeta Efxanistanê de jî bên destpêkirin.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Li Tirkiyeyê Rewşa Kurdî: Sedsaleke di nav qedexe, asîmîlasyon û têkoşînê de
LÊKOLÎN - Zimanê Kurdî li ser tabelayan di rêza sêyem de ye
ENKS: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin
Koçberên ji Efrînê dilgiran in: ‘Malên me hatine dagirkirin, em nikarin vegerin’
Wezareta Derve ya Iraqê: Malîkî bibe serokwezîr, Amerîka dê sizayan li ser me bisepîne