Syrie: li Rojavayê başûrê Kurdistanê bikêmanî 10 kes di şewatên qesdî de mirin

Ajansa Nûçeyên Fransi (AFP), di 16yê hezîranê de ji Qamişlo radighîne ku bikêmanî 10 kes di 24 saetên dawîn de ji ber şewata qesdî ya zeviyên çandiniyê mirine.

Ajansa Nûçeyên Fransi (AFP), di 16yê hezîranê de ji Qamişlo radighîne ku bikêmanî 10 kes di 24 saetên dawîn de ji ber şewata qesdî ya zeviyên çandiniyê mirine.Li gor daxwiyaniya Rêxistineke ne hikûmetî (ONG) ev şewat ji ber şerê genimî yê di navbera rejimê û desthilata kurdî de pêk tên.
Hêjayî gotinê ye ku Daişê hin ji van şewatan girtibû ser xwe. 
Çavdêriya Mafên Mirovî li Sûriyeyê ku navenda wî Londrayê ye û toreke wê ya ragihandinê a berfireh heye piştrast dike ku qurbaniyên şewatan kesên siwîl û endamên Hêzên demokratîk ên suriyeyî (HDS) ne, ku piraniya wan kurd in û dixwestin agir vemrîn.
Li wîlayeta Hesekê ku weke depoya zad a Suriyeyê ye tê hiesab û piraniya xwecihên wê kurd in, hin ji van şewatan hîn nehatine vemirandin. Kemal Derbasê bedevkê Heyva sor a kurdî radighêne ku her wiha li Hesekê jî ji ber van şewatan 5 kes birîndar bûne ku wan jî dixwest agirî vemirînin. 
Van rojên dawîn li herêma Kurdistanê gelek şewat bi taybetî jî di nav zeviyên genimî de pêk tên. Li gor pisporan, di mehên pêşiya me de genim dikare bihayekî maqûl ê nan misoger bike ku li gelek herêman aştiya civatî pêk bê. Rejim û desthilata kurdî hevdu tawanbar dikin ku hatiniya zadî kontrol bikin.
Berpirsê kiştûkalî yê Herêma Kurdistnê, Selman Barûdo radighîne ku heta niha 350.000 hektar zeviyên çandî hatine şewitandin. Li gor wî, mebesta van şewatan ew e ku nerazîbûnê di nav gel de pêk bînin û desthilata kurdî ya xweser lawaz bikin. 
Ajansa fermî ya Suriyeyê, Sena jî radighîne ku hêzên kurd şewatê derdixin ku cotkarên herêmê zadê xwe nefroşin hikûmetê. 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da