Swêdê belgeyên xwe radest kirin: Êdî endamê NATOyê ye

.

Swêd belgeyên endamtiya xwe radestî Amerîkayê kirin û bû endamê NATOyê.

Swêdê di nava rojê de belgeyên xwe yên fermî yên ji bo tevlîbûna NATOyê radestî Washingtonê kirin û bi vî awayî bû endamê 32yemîn ê hevpeymaniyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser endamtiya Swêdê de got:

“Swêd bû endamê 32yemîn ê NATOyê û li ser maseya me cihê ku heq dikir girt. Beşdariya Swêdê NATO bihêztir kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî li ser endamtiya Swêdê got:

“Endamtiya Swêdê ya NATOyê nîşaneya fiyaskoya stratejîk a Rûsyayê ye.”

Li gorî agahiyên di çapemeniya Swêdê de cih girtin, ji bo endamtiya Swêdê dê 11ê Adarê li navenda NATOyê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê merasîmeke fermî bê lidarxistin.

Pêvajoya endametiya Swêdê ya NATOyê

Piştî ku Tirkiyeyê 23ê Kanûna Paşînê endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir, çavê hemû aliyan li ser Macaristanê bûn.

Parlamentoya Macaristanê jî 26ê Sibatê beşdariya Swêdê ya NATOyê erê kit û bi vî awayî pêvajoya erêkirinê ya hemû hevpeymanan temam bû.

Swêdê 18ê Gulana 2022yan serlêdana endamtiya NATOyê kiribû.

Siyaset Haberleri

Şertê Artêşa Îraqê ji bo cotkaran: Pêşî li 'zêdegaviyê' mukir werin, paşê garis biçinin
Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin