Swêdê ambargoya çekan li ser Tirkiyê rakir

.

 Swêd ragihand ku wê ambargoya çekan a li ser Tirkiyê rakiriye. Ji bo hin berheman destûra hinardekirinê hatiye dayîn.

Di daxuyaniya Saziya Çavdêriya Berhemên Stratejîk a Swêdê (ISP) de hat ragihandin ku qedexeya ku ji sala 2019an vir ve di meriyetê de bû, hat betalkirin û wê destûra hinardekirina alavên leşkerî ji Tirkiyê re bê dayîn.

Hat diyarkirin ku rakirina ambargoya çekan a li ser Tirkiyê bi daxwaza Swêd a ji bo endamtiya NATOyê ve girêdayî ye.

Swêd ji bo ku bibe endamê NATOyê neçar ma daxwazên Tirkiyê bi cih bîne. ISPê ragihand ku di çaryeka sêyemîn de ji bo Tirkiyê ji bo hin berheman ji niha ve dest bi dayîna destûra hinardekirinê hatiye kirin lê bi hinceta taybetiyê eşkere nekir ka destûr dane kîjan kompanya û berheman.

Li aliyê din Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde roja Çarşemê ragihandibû ku dê hefteya bê şandek ji bo danûstandinên endamtiya NATOyê biçe Tirkiyê.

Firotin di sala 2019an de hatibû rawestandin

Piştî operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de, Wezîra Derve Ann Linde diyar kiribû ku ev operasyon li dijî hiqûqa navneteweyî ye û di 15ê Cotmeha 2019an de ISPê ragihandibû ku destûra firotina çekan a ji bo Tirkiyê hatiye betalkirin.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin