Sûrîye nûçeya karkirina ligel Tirkîyê li dijî YPGê red dike

Hikumeta Surîyê red dike, ku di civînek sê alî ya Sûrî, Tirkî û Rûsî de, ligel Tirkîyê behsa karê bo rûbirûbûna YPGê hatibe kirin.

Navenda Nûçeyan- Ajansa fermî a hikûmeta Surîyê “SANA” ji jêderekî berpirs belav kir, ku tiştê di ajansa Reutersê de hatîye, ku di civîna sê alî ya Sûrî, Tirkî û Rûsî de behs li hemahengîya li dijî hebûna hêzên Kurdî li bakurê Sûrîyê û karkirina bi hev re ji bo rûbirûbûna YPGê dike, red kir.

Tekez kir jî, di civînê de gotûbêj tenê ji bo derketina Tirkîyê ji tevahîya xaka Surîyê û pabendbûna Tirkîyê bi rêzgirtina li serwerîya Sûrîyê hatine kirin.

Pêr li Moskoyê, bi amadebûna Şêwirmendê Ajansa hewalgîrîya Tirkîyê MIT Hakan Fîdan û Serokê Ofîsa Ewlehîya Niştîmanî ya Sûrî Elî Memlûk û berpirsên Rûsî civînek pêk hatibû.

 

K24

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist