Sûrîyê li ser petrola Rojavayê Kurdistanê rêkeftin bi Rûsyayê re kir

Parlementoya Sûrîyê girêbesta bi du kompanyayên petrolê yên Rûsyayê re pejirand û biryar da ew du kompanîyên Rûsî li Sûrîyê pişkinînê li ser petrolê bikin.

Navenda Nûçeyan- Bi piranîya dengan, parlamentoya Sûrîyê biryar da ku herdu kompanîyên Rûsî, Mercury LLC and Velada LLC li Sûrîyê li dû petrolê bigerin.

Wezareta Petrola Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihandîye, dê projeya yekem li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê be û rûberê navçeya ku dê ji bo dîtina petrolê lêgerîna lê bê kirin, 9 hezar kîlometerên çargoşe ye, herwiha projeya duyem jî li bakurê Şamê dikeve û rûberê wê jî 2100 kîlometre ye.

Wezîrê Petrola Sûrîyê, Elî Xanim jî dîyar kirîye, aramnca wan ji herdu projeyan ew e ku rêjeya behremanîna petrola Sûrîyê zêde bikin, û deverên Sûrîyê vegerin kar û rê li pêş kompanîyan bo veberhênanê vebe.

Elî Xanim herwiha gotîye, lêçûya amadekirina her bîreke petrolê li Sûrîyê digihe 12 milyon dolar û ji ber şerê navxwe û rewşa aborî ya têkçûyî, pêwîstîya hikûmeta Sûrîyê bi kompanîyên bîyanî heye, bi taybet ji welatên ku piştevanîya hikûmeta Sûrîyê kirine weke Îran û Rûsya.

Ev rêkeftina hikûmeta Sûrîyê li gel du kompanîyên Rûsî li ser petrolê di demekê de ye, ku piranîya navçeyên petrolê û bîrên petrolê yên wî welatî dikevin rojhilat û bakurê rojhilatê wî welatî û herwiha Rojavayê Kurdistanê û ew jî di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberîya Xweser de ne.

Sûrîyê berî şerê navxweyî ku ew zêdetir ji 8 salan e dom dike, rojane zêdetir ji 380,000 bermîlên petrolê berhem dianî.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da