Sûrîye ji rêkevtina Rûsîya û Tirkîye derbarê Îdlibê bê hêvî bûye

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûelim, di dîdarekê de li gel medyaya Rûsîyayê ragihand, rêkevtina Soçî di navbera Putin û Erdogan de şikest anîye; lewre çareserî bo kontirolkirina axa welatê wî tenê bi rêya serbazî dibe.

Navenda Nûçeyan- Îsal li bajarê Soçî yê Rûsyayê, dû rêkevtinên taybet bi devera Îdlib û rojhelata Firatê bo çarserkirina arîşeyan bi awayeke aştîyane di navbera Putin û Erdogan de  hatin wajokirin. Lêbelê heya niha hikumeta Sûrîyê ji wan rêkevtinan bê hêvî bûye û bi dîtina wan, wan rêkevtina şikest anîne.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûelim, di dîdarekê de li gel medyaya Rûsîyayê ragihand, rêkevtina Soçî di navbera Putin û Erdogan de şikest anîye; lewre çareserî bo kontirolkirina axa welatê wî tenê bi rêya serbazî dibe.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve di Civata Fedralî ya Rûsîyayê Kenistentîn Kesaçev, tekezî li ser vajî ya nerîna Mûelim dike û dibêje Endamên Civata Fedralî ya Rûsîyê danûstandinan bi rê ya çareserîyê dibînin.

Hevdem Mîxayîl Cebarov, endamekê dî yê Cevata Fedral Rûsîyê dibêje:  Ji bilî mijûlbûnê bi nakokîyên di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de, Moskow hewil dide arîşeyên  di navbera kurdan û Şamê bi danûstandinan çareser bike.

Tevî dû rêkevtinên wajokirî di navbera Putin û Erdogan de ku taybet in bi rewşa Îdlibê û rojhelata Firatê bi aramanca çareserkirina arîşeyan bi rê ya danûstandinan, lê niha hikûmeta Sûrîyê rijde li ser kontirolkirina tevaya axa xwe bi her nirx û rêyekê be.

 

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist