Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî

.

Rêvebiriya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî ya Sûriyeyê, ji bo birêvebirin û xebitandina termînala konteyneran a li Bendera Laziqiyeyê, peymanek bi şirketa Fransî CMA CGMyê re îmze kir.

Peyman li Koşka Serokomariyê ya li Şamê bi amadebûna Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera hat îmzekirin.

Rêvebirê Têkiliyan ê Rêveberiya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî Mazen Elûş derbarê mijarê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê re ragihand, "Dema peymanê ji bo pêkanîna kêrhatina aborî û gihîştina armancên pêşketinê ye û di qada navneteweyî de dema peymanê 30 sal in."

Elûş eşkere kir ku kompaniya Fransî, di sala yekem de dê 30 milyon euro veberhênanê bike û ev pere dê ji bo pêşvebirina binesaziyê û sersaziyê, lênêrîna ekîpman û îskeleyan were bikaranîn.

Elûş got ku bi vê peymanê birêvebirin û xebitandina termînala konteyneran dê ji kompaniya Fransî re were dayîn, lê dewlet mafê çavdêrî û nirxandinê diparêze û hemû mafên serweriya neteweyî bi temamî têne parastin.

Elûş da zanîn, peyman di bin hukmên qanûna veberhênana Sûriyeyê de ye û di rewşa nakokiyê de mirov dikare serî li rêya navbeynkariyê ya li Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya

Li gorî peymanê, li beramberî para rêjeya ji sedî 30 ya di kompaniya karbiker de, para dewletê ji astekê dest pê dike û qonax bi qonax dê heta ji sedî 70 bilind bibe.

Bendera Laziqiye, wekî deriyekî deryayî yê bazirganiyê yê herî girîng ê Sûriyeyê tê dîtin.

Kurdistan Haberleri

PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Li Îzmîrê Ji Bo Zimanê Kurdî Çalakîyek Li Dar Xistin
PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist
Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin