Sûriye- 4 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin

.

4 çekdarên Heşdî Şabî Iraqî ku dixwest ji nava xaka Iraqê derbasî nava Sûriyê bibin ji aliye firokeyên bêfirokevan ve hatin armanckirin û kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) belav kiriye otomobîleke Heşdî Şabî Iraqî li nêzîkî bajarê Elbûkemal ê Iraqê ku dixwestin ji ser rêya ne fermî derbasî nava xaka Sûriyê bibin lê ew ji aliye balafirên bêfirokevan ve hatin armanc kirin û 4 kesên di otomobîlê de bûn hatin kuştin.

Cihê behsê ye bi berdewamî çekdarên Heşdî Şabî Iraqî derbasî nava xaka Sûriyê dibin û beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyê dibin.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin