Sûrîya pirojeya Rêveberîya Xwecihî bo Rêveberîya Xweser pêşnîyaz dike

Parlementerekê Sûrî raghand, hikumeta Sûrîyê pirojeya Rêveberîya Xwecihî li ser Rêveberîya Xweser pêşnîyaz kirîye.

Navenda Nûçeyan- Perlementerê Sûrî, Newaf Terad Elmilhim bi rojnameya Elweten ya Sûrî re raghandîye, ku civînek di navbera şandeka Dîmeşqê û alîyên bakura rojhelata Sûrîyê de li Qamişlo birêve çû. Di wê civînê de şanda Dîmeşqê pirojeya Rêveberîya Xwecihî, ewa ya ku di destûra Sûryê ya sala 2012ê de heye li ser Rêveberîya Xweser pêşnîyaz kirîye.

Li gor wî perlemerinterê Sûrî, nwênerên Rêveberêya Xweser ji wan re tekez kirîne ku ew ne alîyeka cudaxwazin û ew sînorê Sûrîyê diparêzên û navçeyên xwe ji tîrorê pakij kirîne.

Elmilhim gotîye jî: Ew li gel nwênerên Rêvebirîya Xweser li ser cudahyên di navbera Rêveber ya Xweser û Rêveberîya Navixwe de ne seknîne tenê wan projeyê xwe pêşkêkirîye.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir