Stratejîya Tirkiyê kontrolkirina Rojavayê Kurdistanê ye

Pisporê pêwendîyên navdewletî Prof. Dr. Bîlal Sambûr diyar kir ku armanca sereke ya Tirkiyê girêdayî Rojavayê Kurdistanê, kontrolkirina herêmê ye.

Pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Bilal Sambûr diyarkir, ku armanca sereke ya Tirkiye girêdayî rojavayê Kurdistanê kontrolkirina herêmê ye.

Prof. Dr. Sambûr ji K24 re anî ziman, ku Tirkiye behsa Rêkeftina Minbicê û mijûlkirinê ji alî Amerika ve dike, lê giringiya rojavayê Kurdistanê/rojhilatê Firatê ji Tirkiye gelek girîngtir e. Mijara Minbicê ji Tirkiye re taktîkî, lê rojavayê Kurdistanê armancek stratejîk e. Tirkiye di encama Rêkeftina Herêma Ewle de ligel Amerika dibêje, ku çi biryar hatibe dayîn divê were cîh.

Tirkiye naxwaze Kurdên rojava ne di warê serbazî, ne di warê diplomasî de serbikevin. Dixwazin pêwendiyên Kurdên rojavayê Kurdistanê ligel cîhanê nebin. Pirsa Kurdistanê nebe pirsek navneteweyî. Herweha Tirkiye naxwaze proseya li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê dûbare bibe…

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist