Stenbol- Kêlên goristana cihûyan hatin şikandin

.

 Li Goristana Haskoyê ya Stenbolê ku wek goristana 500 salî ya cihûyan tê zanîn, gelek kêlên goristanê hatin şikandin û xerakirin.

Peywirdarekî goristanê ji Kurdistan24ê re ragihand ji zêdetirî 40 kevirên mezelan hatine şikandin. Li gor ragihandina peywîrdar, beriya çend salan jî êrîşeke bi vî awayî hatibû kirin.

Berpirsên Komelgeha Cîhuyan jî êrîşa li ser goristanê weke êrîşeke hovane bi nav kirin û bang li asayîşê kirin ku kesên êrîşkar werin girtin.

Li gor ragihandina hêzên ewlehiyê, kesên êrîşî goristanê kirine 5-6 zarok in û temenê wan ji 18 salî biçûktir in.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê eşkere kir ku derbarê êrîşê de lêkolîn û lêpirsîna xwe didomînin.

Li gor amarên hatine ragihandin, li Stenbolê nêzîkî 18 hezar cihû dijîn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist