Stenbol: Ji bo muzîka kurdî guhdar kirin tûşî êrîşeka dijwar bûn

Navê karkiran Selîm Înan, Ezber Teklî û Jîyar Çakmakçî ye û wan rakirine nexweşxaneya Goztepê da derman bibin.

Li gor nûçeyeka beşa tirkî ya DIHA yê; li  parkeka taxa Unalana Uskudar a Stenbolê sê ciwanên kurd yên karkir ji ber ku muzîka kurdî guhdar kirine marûzê êrîşeka dijwar bûne.

Grûbeka nîjadeprestên tirkberê bi gotinan karkirên tacîz kirine; pişt re êrîş birine ser wan û birîndar kirine. Piştî bûyarê kurdên taxa Unalanê çûne parkê  da zanibin çi qewimîye lê polis bi gaza îsotê midaxaleyê wan kiriye.

Navê karkiran Selîm Înan, Ezber Teklî û Jîyar Çakmakçî ye û wan rakirine nexweşxaneya Goztepê da derman bibin.

Îsal ev çend car in bûyarên weha li metrepolê diqewimin û wer xwiya êdî bûyarên  weha di civatê de ’normal’ dihên dîtin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist