Soylu bi artêşa parastvanan çû sedana karkerên ku rastê êrîş hatibûn

Soylu bi artêşa parastvanan çû sedana karkerên ku rastê êrîş hatibûn

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû,  bi 2 helîkopter û bi sedan leşkeran re çu gundê karkerên ku di 4’ê îlonê de li Sakaryayê êrîşa nîjadperest li wan hatibû kirin.  

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû,  bi 2 helîkopter û bi sedan leşker û parastvanên xwe re ji bo serdana karkerên di 4’ê îlonê de li Sakaryayê êrîşa nîjadperestî li wan hatibû kirin çû gundê Kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê. Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, Serokê AKP’ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç jî di nav de gelek karmend û bruokratên dewletê yên bajar bi Soylû re çûn gund.

WEŞANA ZINDÎ ‘QEDEXE’ YE 

Hin xebatkarên çapameniyê herêmî ku serdana Soylû şopandin, xwestin li ser hesabên xwe yên medya civakî weşana zindî bikin. Lê ji ber ku ji aliyê rojnamegerên ku ji çapameniya alîgir re dixebitin hişyariya “qedexê” ji wan hat kirin, weşana zindî nekirin. 

Soylû, derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û angaşt kir ku şopdarê lêpirsîna ku derbarê êrîşê de hatiye destpêkirinin. 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye