Şoriş Qadir Rehîm: Swêd girîngiyê dide Herêma Kurdistanê

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ragihand; hikûmeta Swêdê girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ragihand; hikûmeta Swêdê girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û herwiha eşkere kir ku rewenda Kurdî li Swêdê bihêz e û di avakirina siberoja Swêdê de beşdar e.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê, vê êvarê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku di vê serdana Wezîra Derve ya Swêdê de behsa kêşeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê têne kirin û hevdîtin û civîn dê ligel pêkhateyên Herêma Kurdistanê werin kirin.

Şoriş Qadir Rehîm herwiha diyar kir ku Swêd girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û got: “Mijara koçberan mijareke aloz e, Swêd di wê baweriyê de ye ku divê Herêma Kurdistanê alîkariya koçberan bike.”

K24

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin