Zanyarên Çînî di xebatên xwe yên ji bo bipêşxistina "robota ducaniyê" ya ku bi malzaroka çêkirî hatiye xemilandin derbasî qonaxeke bipêşketî bûn.
Robot dê karibe zarokekî mirov hilgire û prototîpa wê dê sala 2026an temam bibe.
Damezirînerê Kaiwa Technologyê ya li Guangzhoya Çînê Dr. Zhang Qifeng got ku teknolojiya malzaroka çêkirî êdî gihiştiye "qonaxeke bipêşketî" û biland:
"Divê em êdî teknolojiyê li zikê robotê bi cih bikin da ku bi têkiliya di navbera mirov û robotê de pêvajoya ducaniyê pêk were."
Zarok dê bi xwarina ji lûleyê mezin bibe
Li gorî nûçeya New York Postê, di zikê çêkirî yê ku dê li zikê robotê be de, zarok dê bi xwarina ku ji lûleyekê distîne mezin bibe û dê di nav şileya amniyotîk a çêkirî de geşedana xwe bidomîne.
Tê diyarkirin ku di dawiya neh mehan de dê zarokekî zindî were dinyayê.
Tê payîn ku prototîp sala bê bi bihayê nêzîkî 10 hezar sterlînan bê firotin.
Lê belê hûrgiliyên li ser wê yekê ku dê embriyo çawa li zikê çêkirî were bicihkirin û pîtandin (fertilîzasyon) dê çawa pêk were hîn nehatine eşkerekirin.
Dr. Zhang bi bîr xist ku ev fikir bi temamî ne nû ye û berê zanyaran karîbû berxên prematûre di nav "biyotûrikan" de bi hefteyan bidin jiyîn.
Lê belê vê bipêşketinê bi xwe re nîqaşên mezin ên etîk û hiqûqî jî anîn rojevê.
Çareseriyek ji bo nezayokiyê
Zhang ku diyar kir ku ew li gel rayedarên eyaleta Guangdongê li ser pêşnûmayên polîtîka û yasayan diaxive û parast ku teknolojî dikare ji bo rêjeya nezayokiyê ya ku li Çînê zêde dibe (sala 2007an ji sedî 11,9 bû, sala 2020î derketiye ji sedî 18an) bibe çareserî.
Pisporên ku li dijî vê yekê derdikevin, teknolojiyê wekî "pirsgirêk"ê bi nav dikin.
Rexne li ser wê yekê ne ku pêvajoyên biyolojîk ên xwezayî yên di navbera dayîk û zarokê de ji aliyê zanistê ve nikarin bên kopîkirin.
Lêkolerên ji Nexweşxaneya Zarokan a Philadelphiayê jî 2022yan hişyarî dabû ku teknolojiyeke bi vî rengî dikare ducaniyê wekî "pêvajoyeke bi nexweşî" nîşan bide.
Li aliyê din, hinek pispor diparêzin ku zikên çêkirî dikarin jinan ji rîskên ducaniyê rizgar bikin û bi rakirina barê laş wan azad bikin.