SOHR: Li Herêma Îdlibê Herî Kêm 10 Sîvîl bi Êrîşên Esmanî Hatin Kuştin

Artêş Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya li herêma Îdlibê pêşde diçe.

Navenda Nûçeyan- Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Pêncşemê serê sibê di encama êrîşên esmanî yên li Arîha de bi kêmî ve 10 sîvîl hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku firokan êrîş birine ser firin û navendeke saxlemîyê.

AFP’ê ragihand ku li herêma Arîha navendeke saxlemîyê û sê avahîyên din hilweşîyane.

Rûsya îdiaya ser êrîşên dijî firin û navenda saxlemîyê red kir.

Moskowê da zanîn ku ji Çarşemê heta Pêncşemê wan ti êrîşên esmanî li dar nexistîye.

Dengê Amerîka

 

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir
Cano Amedî: Yasaya Çarçoveyî ne bo çareseriya pirsa Kurdan e