Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê li Şamê, paytexta Sûriyeyê, pênc ciwanên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî girtine.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê SOHRê ve hatiye weşandin, pênc ciwanên ji Efrînê roja Înê 18ê Tîrmehê li navçeya Mazza ya Şamê ji ber axaftina bi Kurdî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Hêzên ewlehiyê nêzîkî wan bûn û ji wan pirsîn, 'Hûn Kurd in?' Piştî wergirtina 'Erê', wan ciwan girtin û birin cihekî ne diyar."
Çavdêriyê diyar kir ku çarenûsa pênc ciwanan nayê zanîn.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist