SOHR: Di topbarana hêzên Tirkiyeyê li ser gundekî Efrînê de 3 sivîl birîndar bûn

.

 Di encama topbarana Tirkiyeyê de, 3 kesên sivîl li gundekî navçeya Şera ya Efrînê ya di destê HSDê de ye, birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, topxaneya Tirkiyeyê gundê Tinib ê ser bi navçeya Şera ve topbaran kir û di encamê de 2 zarok û jinekê birîndar bûn.

Diyar kir jî, di heman dema topbaranê de, gund ji aliyê droneke xwekuj de jî hat bombebarankirin, bê ku ti zanyarî derbarê ziyanan bê zanîn.

Her di vê çarçoveyê de jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) droneke din li asmanê gundê Marenaz ê li navçeya Şara xistin xwarê.

Rewangehê amaje bi wê kir, duhî jî topxaneya Tirkiyeyê gundên Tatmeraş, Şiwarxe û Malikiyê jî ku li heman navçeyê û di destê HSDê de ye, topbaran kirin û di encamê de şervanek û sivîlek hatin kuştin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê