SOHR: 14 çekdarên opozisyona Sûrîya li Lîbyayê hatin kuştin

SOHR ragehand, hejmara kuştîyên çekdarên wan girûpên opizisyona Sûrîyê li Lîbyayê gehiştîye14 kesan ku fermanê ji Enqereyê werdigirin û ji alîyê Tirkîyê ve hatîne şandin bo wî welatî ji bo piştîvanîkirina hikumeta Wîfaq li dijî hêzên Xelîfe Hefter.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di raportekê da amaje bi wê yekê jî kirîye, berê 3 çekdarên ser bi girûpa Hemezat hatibûn kuştin, lê zanyar amaje bi wê yekê dikin ku ev hejmare zêde bûye û gehiştîye 14 kesan.

Herwiha SMOyê aşkera jî kirîye, ew 14 çekdarên opizisyona Sûrîyê ku li Lîbya hatîne kuştin, ser bi girûpên Lîwa Muitesim, Fîrqeya Sultan Murad, Lîwa Siqur Elşîmal û Hemzat in.

Tekez jî kirîye, çekdarên wan girûpên opizisyona Sûrîyê ku fermanê ji Enqereyê werdigirin, berdewam piroseya komkujîyê dijî dîlên Lîbyayê encam didin ku di şerê Terblusa paytexta Lîbyayê dihên girtin.

SOHRyê di beyannameyê daye zanîn zêdetir ji 100 çekdarên din yên çekdarên opizisyona Sûrîyê gehiştîne Tirkîye û di van nêzîkan de dê bihên şandin bo Lîbya. Amaje bi wê yekê jî  kirîye, li 1ê evê mehê, termên 10 çekdarên opizisyona Sûrîyê li Lîbya hatibûn kuştin û di nav sindoqan de gehandin Tirkîyê.

Ligor raporta SOHRyê, heya niha zêdetir ji hezar çekdarên girûpên çekdarên opizisyona Sûrîyê bi fermana Enqereyê gehiştîne paytexta Lîbya û 1700 çekdarên din jî li serbazgehên Tirkîyê bo evê mebestê rahînanan dikin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist