Skype ji îro pê ve xizmeta xwe bi dawî dike

.

Bernameya Skype ya Microsoftê ji îro pê ve xizmeta xwe bi dawî kir.

Sepana ragihandinê ya bi deng û dîmen Skypeya ku xwediyê wê şîrketa teknolojiyê ya Amerîkî Microsoft e, ji îro pê ve xizmeta xwe bi dawî kir.

Sepana Skypeyê ya ku ji 20 salan zêdetir e xizmeta ragihandinê ya bi deng û dîmen pêşkeşî bikarhêneran dikir, îro ji sepanê hat rakirin.

Microsoftê sala 2003yan Skype pêşkeşî piyaseyê kiribû û sala 2010an hejmara bikarhênaran ji 300 milyonî derbas bûbû.

Şirketa Microsoftê diyarkiribû ku Skype ji bo ku li gorî hewcedariyên mişteriyan bi hêsanî bê verastkirin dê ji xizmetê bê rakirin.

Şirketê ragihandibû ku ew dê li ser Microsoft Teamsê bixebitin û daneyên bikarhênerên Skype dê bi awayekî otomatîk li ser Teamsê bên barkirin.

Kurdistan Haberleri

Hakan Fîdan: Divê Sûriye bi federalîzmê neyê parçekirin
Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da
FRANKFURT - Aryayên operayê û awazên Kurdî dê bi dengê efsûnî yê Pervînê olan bidin
Melayê Cizîrî: Sembola Xwedanasiyê û qutbê îrfan û welatperweriyê
Dana Gasê rawestandina tevahî ya hilberînê li Kor Morê ragihand!