Sîyasetmedarê Kurd Îkram Delen piştî 36 salan vegerîya welatê xwe

Sîyasetmedarê Kurd Îkram Delen piştî 36 salan vegerîya welatê xwe

Sîyasetmedarê Kurd  Îkram  Delen piştî 36 salan vegerîya welatê  xwe

Sîyasetmedarê Kurd  Îkram  Delen roja 21.05.2016an vegerîya bakurê Kurdistanê. Li Balafirgeha Wanê gelek mirov, nas û dost û hevalên wî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê pêşewazîya Îkram Delen kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Dr. Salih Özgökçe û gelek rêveber û endamên PAKê jî di pêşsewazîya Îkram Delen de amade bûn.

Ikram Delen di salên 70yî de yek kadroyekî sereke yê Tevgera Rizgarî û piştî dubeşbûna Rizgarî ew bû yek ji rêvebirê tevgera Ala Rizgarî û herweha xwedîyê kovara ‘Ala Rizgarî’.

Di dema derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê ew di girtîgeha numera 5an a Diyarbekirê de bû; piştî ji hepsê derket ew terka welêt kir û çend sal li başûr, rojhelat û rojavayê Kurdistanê ma û piştre li Swêdê bi cî bû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist