Sîsî: Trump Pêşnîyara Agirbesta li Lîbyayê bi Erênî Pêşwazî Kir

Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî îro Çarşemê got ku Serokê Amerîka Donald Trump bi germî pêşwazîya pêşnîyaza wan ya agirbestê li Lîbyayê kir.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Sîsî di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku Trump di axaftina telefonî de banga Misirê ya agirbestê li Lîbyayê bi erênî nirxand.

Misirê roja Duşemê wek beşeke înîsîyatîfa civata rêbertîya hilbijartî banga agirbestekê kiribû û ew pêşnîyar ji hêla Rûsya û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ve bi erênî hatibû pêşwazî kirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist