Şîrîn Îbadî: Yekitîya Ewropa ti karek bo pêkhateyên Îranê nekirîye

Xwedîya Xelata Nobela Aştîyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkarîya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin”

Navenda Nûçeyan- Şîrîn Îbadî piştî konferansê ji Rûdawê re ragihand, Yekitîya Ewropayê, ti karek ji bo piştgirîya pêkhateyên li nava Îranê nekirîye û dibêje Ewropa dikare bi kiryarên hêsan, ji bo piştevanîya xelkê Îranê pêngavan biavêje.

Xwedîya Xelata Nobela Aştîyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkarîya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin. Weke mînak; di demekê de ku jinên Îranê ev 40 sale li dijî hîcabê radiwestin û niha jî hinek ji wan ji ber girênedana destmalê di zindanan de ne, lê dîplomatkarên jin ên Ewrûpayî ku diçin Îranê, destmalê girê didin.”

Şîrîn Îbadî dîyar dike, “Nûnerên parlemena Ewropayê ku diçin Îranê, destmalan davêjin serê xwe. Ez ji wan dipirsim ku ka çima wisa dikin? Çima bi reftarên xwe hikûmeta Îranê neçar nakin ku guhdarîya jinên Îranê bikin.”

Herwiha Şîrîn Îbadî pêşnîyar dike ku dîplomatên jin ên Ewropa dema serdana Îranê dikin, weke nerazîbûnek li hember hîcaba bi zorê ya li Îranê, bila desmalê nexin serê xwe.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir