Şîretkarekî Muqteda Sedir Ellawî tehdîd kir!

“Emê di nav sê rojan de hikûmetê hilweşînin!”

Navenda Nûçeyan - Kesekî nêzîkî serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir dibêje, eger serokwezîrê nû yê Iraqê wezîrên kabîneya xwe ji alîgir û endamên partîyên sîyasî destnîşan bike, dê di nav sê rojan de hikûmeta wî hilweşînin!

Hîn xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatîya Mihemed Tofîq Ellawî dest pê nekirine, tehdîdan jî dest pê kir!

Şîretkarekî Muqteda Sedir bi navê Kazim Îsawî ragihandîye, divê wezîrên hikûmeta nû alîgir û endamên ti partîyeka sîyasî nebin.

Kazim Îsawî her wiha gotîye, eger wisa nebe ewê di nav sê rojan de hikûmeta nû hilweşînin!

Wî şîretkarê Muqteda Sedir daxwaz ji Mihemed Ellawî kirîye kabîneya xwe berîya ku mohleta qanûnî xilas bibe, pêşkêşî parlementoyê bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist