Sipaha Pasdaran a Îranê êrîş li binkên Pêşmergeyê kirîye

Îro 3yê Tebaxa 2020an hin agahî û wêneyên li ser torên medyayî belav bûne, hin binkên Pêşmergeyên Kurdistanê ji alîyê Sipaha Pasdaran a Îranê rastî êrîşan hatîye tê dîtin.

Îro 3yê Tebaxa 2020an hin agahî û wêneyên li ser torên medyayî belav bûne, hin binkên Pêşmergeyên Kurdistanê ji alîyê Sipaha Pasdaran a Îranê rastî êrîşan hatîye tê dîtin.

Yek ji van bikarhênerê facebookê Nûredîn Sofîzade di parvekirina xwe de bal kişand ser vê êrîşê.

Agahîyên Sofîzade wiha ne:

“Wêne yên xisar berketina binkên hêza Pêşmergên Kurdistanê, bi heger mûşekbarana îro, ji aliyê Sipaha terorîste pastanan ve.

Roja duşemî 3ê Tebax a 2020an, demjimêr 12ê nîvro bi dema Rojhilatê Kurdistanê, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, bi balafirên bê pîlot û mûşekan êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê.

Di vê êrîşê de ku ji rêya balafirên bê pêlot û rakêtan ve binkeyên Hêza Pêşmerên Kurdistanê kirine armanca xwe û bi wê sedemê xisar gihîştiye binkeyeke Hêza Pêşmerge li çiyayên Kurdistanê.

Pêka zaniyariyan, Hêza Pêşmergên Kurdistanê di vê êrîşê de rastî ti ziyaneke canî nehatiye û bi keyfxweşî ve pêşmerge silamet in û tenê xisar gihaye binkeyeke Hêza Pêşmerge.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist