ŞINGAL – Hestiyên 41 Kurdên Êzidî tên veşartin

.

 Hestiyên 41 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, li Şingalê tên veşartin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dê li Bîrgeha Komkujiya Kurdên Êzidî merasîmeke taybet were lidarxistin.

Husên Qaîdî herwiha amaje pê kir ku dê hestiyên wan li çar goristanên li Şingalê werin weşartin û dê şîna wan sê rojan (24, 25 û 26ê vê mehê) berdewam bike.

Hestiyên van kesan ji gorên bikom hatibûn derxistin û dê malbat îro bigihin hestiyên hezkiriyên xwe.

20 ji van kesan ji gundê Koçoyê, 16 ji gundê Herdanê, 3 ji gundê Qinê û 2 jî ji Xanesorê ne.

Husên Qaîdî destnîşan kir ku heta niha 92 gorên bikom ên Kurdî Êzidî hatine dîtin.

Heta niha 55 ji wan hatine vedan ku hestiyên 242 kesan di wan de bûn.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin pêk anî.

DAIŞê xeyn ji kuştina bi hezaran kesan, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin.

Heta îro jî herî kêm çarenivîsa 2 hezar û 600 kesî ne diyar e.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest