Sînem Mihemed: HSD bi roj û şevekê nabe beşek ji artêşa Sûriyeyê

.

Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Washingtonê Sînem Mihemed, zextên Tirkiyeyê yên ji bo tevlîbûna bilez a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav artêşa Sûriyê red kir û tekez kir ku ev yek tenê dikare piştî pêvajoyeke siyasî ya demokratîk û amadekirina destûreke nû pêk were.

Sînem Mihemed ji K24ê re got: "Rêbaza ku Tirkiye dixwaze bi lez û bez bimeşîne, weke zextekê ye da ku em hemû tiştên xwe bi lezgînî bi hikûmeta Şamê re çareser bikin, lê ev tişt bi vî rengî nabe."

Sînem Mihemed da zanîn, HSD "hêzeke mezin e" û nabe ku di "roj û şevekê de" were helandin û tevlîkirin nava artêşa Sûriyeyê.

Sînem Mihemed amaje bi wê jî kir ku hemû grûpên çekdar ên li Şamê, hîn bi xwe nebûne wek artêşekê. Herwiha rêyeke gav bi gav pêşniyar kir divê pêşî "şer bi temamî bisekine, aramî çêbibe, û destûreke nû were amadekirin." 

Herwiha tekezî li ser girîngiya "diyaloga di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de bi rengekî demokratîk" kir.

Nûnera MSDê destnîşan kir jî, tenê piştî pêkanîna van gavan, "wê demê pêkan e ku HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê." Lê belê, wê di dawiyê de tekez kir ku "heya niha hîn tiştekî bi vî rengî nîne" û ev pêvajo hîn dest pê nekiriye.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist