Sine | Rejîma Îranê aktîvîsta kurd girt û tu xeber jê nayê wergirtin

.

Ayda Emûyî aktîvîsta kurd a mafê jinan li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtila’ata rejîma Îranê ve hat girtin û tu xeber jê nayê wergirtin.

Raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, êvara roja Înê 17ê Çileya 2025an, Ayda Emûyî (40) aktîvîsta mafê jinan a ji bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îdareya Îtila’atê (dîsîplîn) ve hatiye girtin û nayê zanîn bê ka li ku tê ragirtin.

Jêdereke nêzî malbata Emûyî, ji Hengawê re diyar kiriye ku hêzên îdareya Îtila’atê Ayda Emûyî li salona werzişê ya wê (salona tekwando) bê nîşandana belgeyeke hiqûqî û bi îşkenceya fizîkî girtiye. 

Wekî din Hengaw derbarê vê aktîvîsta kurd de dibêje: “Ew zewicî ye û dayika 2 zarokan e û çend meh berê jî hêzên rejîmê ew bi riya telefonê gelek caran tehdît kirine.”

Hengaw tekez dike ku heta ku ev rapora xwe belav kirine jî derbarê wê de tu agahî nehatine wergirtin bê ka li ku tê ragirtin an jî bi çi tohmetê hatiye girtin.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc