Şêxê Zîlan ji bo murîdên xwe sifreyek bi dirêjayîya 2 km amade kir

Şêx Silêman berê 11 salan di rêya di navbera Êlih û Sêrtê de di encama êrîşeka çekdarî de hatîye kuştin

Di 31.01.2017 de li Elîhê li Zîyaretgeha Zîlanê ji bo minasbeta 11mîn a salvegera Şêx Silêman Bagdu merasimekê hatîye li dar xistin û bi hezaran mirûdê şêx bêşdarê merasimê bûne. Li gel berfê û sermayê bi 2 km dirêjayî sifreyekê amade kirine û ji gelek bajaran mirûdê wî beşdar bûne; Şêx ji mirûdên xwe re cixarekişandinê qedexe kirîye.

Şêx Silêman berê 11 salan di rêya di navbera Êlih û Sêrtê de di encama êrîşeka çekdarî de hatîye kuştin. Serokê aşîreta Zîlan Sêx Silêman nexşî ye, kurê wî Selman cîyê wî girtîye û hersal di salvegera wî de ew bi bîr tînin.

Kurê wî Şêx Selman di merasimê de sipasiya muridê xwe kirîye û gotîye; “ev sifreya wan bila ji bo welatê wan hizûr, aştî û bereket bîne; bêyî ke ew cûdayêtîyê têxin navbera rojhilat û rojavayê ew dixwazin bi biratîyê bi hevre bijîn û ji bo ku ew ewrê reş ku li ser welat girtîye belav bibe, dê dua bikin.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist