Şêwirmendiya Kurdên Êzidî daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir

Bo dîtin û rizgarkirina Kurdên Êzidî yên wenda, Serokê Encûmenê Şêwirmendiya Kurdên Êzidî bang li Rêveberiya Xweser kir, da ku rê bidin wan derbasî kampa Holê bibin û hewl bidin wan Êzidiyên li nava kampan rizgar bikin.

Dr. Irfan Ortac da zanîn, Rêveberiya Xweser rê nade wan biçin kampê û Asayîşa Rojava jî her mehê carekê, wê tenê kesekî Êzidî rizgar bike.

Dr. Irfan Ortac dibêje, “Me hewl da em bi xwe jî biçin kampê lê rê nedan. Gotin em nikarin we biparêzin. Ev hincet ji bo me ne qanihkirî bû. Ji ber ku dever jî û biryar jî di destê wan de ye. Divê ew bersivê bidin.”

Heta niha ew Kurdên Êzidî yên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014ê de hatibûn revandin, çarenivîsa 2887 kesî ji wan ku piraniya wan jin û zarok in nediyar e. 

Aliyên peywendîdar ên Kurdên Êzidî û çavdêr dibêjin, piraniya Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin dibe ku di nav girtiyên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê de bin.

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin