Şêwirmendê Xamineyî: Diviya Beşar Esed bi Kurdan re pêwendî daniya

.

 Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku “Diviya Hikûmeta berê ya Sûriyeyê bi Kurdan re pêwendî daniya.”

Elî Larîcaniyê Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand:

“Beriya 7-8 salan behsa vê yekê hatibû kirin ku Hikûmeta Sûriyeyê bi wan dostên Kurd ên li Sûriyeyê re baştir û hûrtir be û tund nebe.

Min 2-3 caran ji rayedarên Sûriyeyê re got ku rê bidin neteweyan.”

Elî Larîcaniyê Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî got, “Hikûmeta berê xwedî ramaneke cuda bû, me nikaribû destwerdanê bikin.”

Têkildarî pêwendiyên bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re Elî Larîcanî anî ziman:

“Pêwendiyên me yên bi rayedarên Sûriyeyê re girêdayî reftara wan e.

Eger reftara rayedarên Sûriyeyê aqilane be, pirsgirêka me bi wan re nîne.”

Şêwirmendê Xamineyî amaje bi vê “yekparçeyiya Sûriyeyê” jî kir û da zanîn:

“Eger rayedarên Sûriyeyê bibêjin em dê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê bikin, mafên herkesî bidin û pêkhateyekî demokratîk ava bikin, em jî piştgiriya wan bikin.”

Roja 08ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên Sûriyeyê bi serkirdayetiya Heyeta Tehrîr El Şamê Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li rejîma Beşar Esed anî.

Bi vî awayî Îranê hevpeymanekî yê girîng li herêmê ji dest da.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc