Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin

.

 Qasim Aracî, ku bi serdaneke fermî hat Herêma Kurdistanê, ji çapemeniyê re got ku "Hewlêr û Bexda divê li ser pirsgirêka mûçeyan li hev bikin û çareser bikin. Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re divê li gorî destûrê werin çareserkirin û mafên herêmê, bi taybetî yên di derbarê mûçeyan de, werin misogerkirin."

Aracî destnîşan kir ku êrîşên dawî yên balafirên bêmirov yên ku Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê hedef digirin, têne lêkolînkirin û diyar kir ku wî di serdana xwe de rewşa herêmê bi serokên Herêma Kurdistanê re nîqaş kiriye. 

Roja Çarşemê 9ê Tîrmeha 2025an, Qasim Aracî bi serdaneke fermî hat Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya. 

Di hevdîtinê de rewşa herêmê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê hatin nîqaşkirin. Her weha wan gavên ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan werin avêtin jî nîqaş kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist