Serokwezîrê nû yê Almanyayê diyar bû

.

Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz di tûra duyemîn a dengdana li Parlamentoya Almanya de wekî serokwezîr hat hilbijartin.

Friedrich Merz ji bo serokwezîrtiyê di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtibûn.

621 parlamenter beşdarî dengdana tura yekemîn bûn û Merz 310 deng wergirtin.

Ji bo Friedrich Merz bihata hilbijartin pêwîstî bi 316 dengan hebû.

Ji bo hilbijartina serokwezîr li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) careke din deng hat dayîn.

Di gera duyem de 618 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û Merz 325 deng wergirtin.

Di dengdanê de 289 parlamenteran dengê "na" daye, 1 parlamenter jî bê alî ma û 3 deng jî nehatin qebûlkirin.

Bi vê encanê Friedrich Merz bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.

Piştî hilbijartinên giştî yên 23yê Sibatê, partiyên Yekîtiya Xirîstiyab (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li ser avakirina hikûmetê li hev kiribû.

Kurdistan Haberleri

PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Li Îzmîrê Ji Bo Zimanê Kurdî Çalakîyek Li Dar Xistin
PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist
Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin