Serokwezîrê Nemsayê: Ewropa di bin êrişa Tirkîyê de ye

Serokwezîrê Nemsayê (Avusturya) Sebastian Kurz derbarê mijara koçberan de rexne li helwesta Tirkîyê girt û got ku nabe vekirina derîyan ji koçberan re ji alîyê Tirkîyê ve êrişek e bo ser Ewropa û Yunanê.

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz îro Sêşemê 3yê Adarl di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Tirkîye dixwaze ji bo wergirtina pereyan mijara koçberan li hemberî Yekîtîya Ewropayê bikar bîne û nabe Yekîtîya Ewropayê barî Tirkîyê li xwe bike.

Sebastian Kurz got: “Tirkîye bi sozên vale dane koçberan û wan hemûyan dişîne bo ser sînorê Yunanê. Ew koçberan wek çekeke zextan bo ser Yekîtîya Ewropayê bikar tînin.”

Kurz herwiha ragihand ku ew tişta niha li ser sînorê Yekîtîya Ewropayê ligel Tirkîyê rû dide, ezmûnek e bo Ewropa ku ew dikare sînorê xwe biparêze yan na.

Di heman demê de Serokwezîrê Nemsayê amadebûna welatê xwe bo piştevanîkirina Yunanê di parastina sînoran wê de nîşan da.

 

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’