Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

.

 Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir got “Hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstandineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir.

Mistefa Kazimî di peyama xwe de dibêje “Divê rêzên xwe yek bixin û li hember terorîstên DAIŞê bêxem nebin. Me bi girîngiyeke mezin çavdêriya êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser gundê Xidir Cîce yê nêzîk Çiyayê Qereçûxê kir. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstandineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne.”

Mistefa Kazimî ragihand ku hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne û got “Hêzên Pêşmerge mil bi milê birayên xwe yên li hêzên çekdarên din ên Iraqê kar dikin bo dabînkirina asayîşa bajar û navçeyên cuda.”

Heriwha Kazimî tekez kir û got “Terorîst, piştî gurzeke mezin li wan ket, bi şêwazên cuda hewl didin karên nerewa bikin.”

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin