Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdide

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, ew dê sibe dest ji kar berdana xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Navenda Nûçeyan- Adil Ebdulmehdî di daxuyanîyekê de aşkere kirîye ku ew dê destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike û dibêje: “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetîyan, ez dê destjikarberdana xwe pêşkêş bikim.”

Ebdulmehdî dîyar kirîye, di du mehên bihorî de alîyên pêwendîdar nekarîn wek pêwîst serederîyê li gel rewşê bikin.

Helwêsta nû ya Serokwezîrê Iraqê, piştî daxuyanîya îro ya rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî tê.

Serokwezîrê Iraqê di bersiva Ayetullah Elî Sîstanî de, ku daxwaz ji parlamentoya Iraqê kirîye, ‘lezê bike bo pesendkirina zincîreyek yasayên taybet bi hilbijartinan ku bi razîbûna gel be, daku amadekarî bê kirin bo encamdana hilbijartineke azad û paqij’, ragihandîye: “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetîyan, ez destjikarberdana xwe pêşkêş dikim.”

Adil Ebdûlmehdî li ser daxwaza Sîstanî dîyar kirîye, “Ez jî weke bersivek bo vê daxwazê û bo bilezkirina proseyê, di demeke herî nêzîk de ez dê destjikarberdana xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran bikim. Min ji bo berjewendîyên xelkê ev bijarde behî niha pêşnîyaz kiribû. Ev daxwaza min jî di belgeyên fermî de cih girtîye. Xwedê Iraqê û xelkê û mercîa bilind a ayînî biparêze, weke roj û sîwanekê ji ser serê me kêm neke û Xwedê alîkarê me be.”

 

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê