Serokwezîra Swêdê bo Kurdan: Em ti carî we radestî Tirkiyê nakin

.

 Serokwezîra Swêdê ragihand ku ew ê di mijara PKKê de bi Tirkiyê re ji nêz ve bixebitin û piştrastiyê dide welatiyên xwe û endamên rêxistinên din ên xwedî welatînameya Swêdê ku ti carî wan radestî Tirkiyê nake.

Serokwezîra Swêdê, di vîdeoyeke ku di medya civakî de hate weşandin de peymana welatê xwe ya bi Tirkiyê re wek 'dîrokî' bi nav kir.

Anderson her wiha destnîşan kir ku PKK di lîsteya wan a terorê de ye û ji bo rûbirûbûna bi terorê re ew dê bi Tirkiyê re hevahengiyeke zêdetir bikin.

Serokwezîra Swêdê di peyama xwe de dibêje em dizanin ku Kurdên li Swêdê û endamên wan rêxistinên ku Tirkiye daxwaza wan dike dê nîgeran bin lê bi sê xalan piştrasî da wan kesên ku dinava Swêdê de dijîn ku bi ti awayekî wan radestî Tirkiyê nake. Ev di demekê de ye ku zêdeyî 100 hezar Kurd li Swêdê dijîn.

Serokwezîra Swêdê Magdalina Endersen li ser civînê got, “Bo me rojeke dîrokî bû ku em pêngaveke din bo endambûna NATOyê nêzîk bûne. Ev ji bo Swêd û asayîşa xelkê Swêdê baş e. Ev jî piştî êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê pêk hatiye. Rêkeftina me li gel Tirkiye û Finlendayê beşeke di warê heman tiştî de ye ku niha li Swêdê em dikin. Ev tişt piştî bi endambûna me li NATOyê her berdewam dibe. Em bi awayekî nêzîktir li gel Tirkiye kar dikin, bi taybetî jî di pirsa PKKê de ku di lîsteya terorê de ye. Ev jî dihêle ku beşekî xelkê Swêdê dilgiran bibin.

Magdalina Endersen her wiha anî ziman, "Ez dixwazim 3ê xalan ji we re bibêjim, yekem, eger welatiyê Swêdê bî qet nayê radestkirin. Duyem, bê guman di vê pirsê de kar bi yasaya Swêd û navdewletî tê kirin, sêyem jî, eger tu di çalakiyên terorîstî de ne beşdar bî, ev nabe cihê dilgiraniyê.”

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin