Serokwezîr bo salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir

Serokwezîr bo salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê, di derbarê salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Salvegera referandûma bi rûmet, salvegera nîşandana hestê azadîxwaziya gelê me di vê roja pîroz de bilind û payedar be.”

Mesrûr Barzanî peyama xwe bi rêya facebookê belav kir û di beşeke din a peyama xwe de da zanîn: “Ez hêvîdar im, hemû hêvî û mafên rewa yên gelê me bi awayekî aştiyane û serdemî pêk werin.”

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û yên li her derê welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin, ku wê rojê gelê Kurdistanê beşdarî referandûma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê denge "Belê" dan.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin