Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatîyan bi tedbîran girîng e

Êvara roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelatîyan bi biryara qedexeya hatûçûnê girîng e.

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û di wê peyama xwe da ragihand:”Niha ku qedexeya hatûçûnê bo maweya 6 rojan li seranserî Herêma Kurdistanê dikeve warê cîbicîkirinê. Ev biryar di çarçoveya parastina tendrustîya me ye, e jî ji ber zêdebûna jimara berketîyên ber bi çav a Koronayê.”

Herwiha Serokwezîr Barzanî aşkere jî kir giring e xelk pabendî biryarê bin û bi şêweyeke berdewam tedbirên tendirustîyê li berçavan bigirîn."

Wezareta Navxwe îro roja duşemê 01.06.2020an saet 18:00an heta roja şemîyê 06.06.2020an qedexeta hatinûçûnê ragihand.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist